Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî din ê Sipaha Pasdaran li Sûriyê hat kuştin

20:15 - 20 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Endamekî din yê Sipaha Pasdarên rejîma Îslamî ya Îranê ku bo berewanîkirin ji Beşar Esed çûbû Sûriyê, di pevçûnekê de li bajarê Demişqê hat kuştin.


Malpera hikûmetî ya “Eqîq” bilavkir, roja Duşemî 18’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, endemekî din yê Sipaha Pasdarên rejîma Îslamî ya Îranê li bajarê Demişqê paytextê Sûriyê hat kuştin.
A niha hejmarekî zaf ji hêzên Sipaha Padaran û besîc bi navê girupa “Parêzerê herema Zeyîneb” li Sûriyê li rek Beşar Esed dijberiya ew rejîme şer dike.
Piştire jî fermendarekî bilind yê Sipaha Pasdarên rejîma Îranê bi navê “Mihemed Cemalî pa qele” û fermandariya şerê 8 saliya Îran û Îraqê hat kuştin.
Sipaha Pasdarên rejîm yek ji girîngtirîn hêzên dergîr li Sûriyê bi armanca mandina hevpêymanê xwe di Rojhelata Navîn de tê hejmar kirin û li destpêka şerê hundirî Sûriyê ve heya niha deha kes ji hêzên pasdaran hatine kuştin.

Dijberên rejîma Esed li ser vê bawerê ne hêzên Sipaha Pasdaran û Sûriyê raste rast li şer da ne heta berewaniya ji mandina Esed bikin.
Heya niha çendin car welatên Erebî, Yeketiya Ewropa û Amrîka ji hember maytêkirina leşkerî ya rejîma Îranê li şerê nevxweyî Sûriyê û piştîwanî ji Beşar Esed nigeraniya xwe ragihandin e.