Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî din yê sipaha pasdaran a rejîma Îranê li Sûriyê hat kuştin

21:17 - 6 Tebax 2013

Kurdistanemdia: heyamê heftiyek berî niha, endamekî hêzên sipaha padaran a rejîma Îslmiya Îranê ku bi heceta şer tevî Arteşa Azad a Sûriyê bi vî welatî çûbû hat kuştin.
Li gor nûçeya malpera “Meşriq”, heftiya derbas bûyî “Mêhdî Ezîzî”yekeke din li endamê sipaha pasdaran a rejîma Îranê li Demişqê hat kuştin.
Heyamê çendîn meh berî niha, çendîn kes li hêzên sipaha pasdaran rejîma Îslmaiya Îranê li Sûriyê hatine kuştin.
Muxalifên rejîma “Beşar Esed” çendîn caran karbidestên rejîma Îslmaiya Îranê bi desttêwerdan li karubar û kuştina xelkên sûriyê û piştîwanî li rejîma Sûriyê mehkûm kiriye.
Li destpêka şer û pevçûna Sûriyê heya niha pitir ji 100 hezar kes hatiye kuştin û hejmarekî berçav li hevwelatiyan aware bûne.
Çend roj berî niha girûpa El Nusre li Kurdistana sûriyê hejmarek hevwelatiyên sivîn kuştin û hejmarekî zaf ji jin û zarok rewandin.