Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî kongireya Amerîkayê li derheq wezîratiya 2 kesan li kabîneya Reîsî nerizayetiya xwe nîşan da

12:14 - 23 Îlon 2021

Endamê Demokrat ê Kongireya Amerîkayê “Steve Cohen” li derheq wezîratiya 2 kesên kabîneya Îbrahîm Reîsî ku di danîna bomb li navenda Cihûyan li welatê Arjantînê de rola bingehîn hebûne, nerizayetiya xwe nîşan da.

Endamê Demokrat ê kongireya Amerîkayê û Nûnerê Îyaleta Texasê, “Steve Cohen” li derheq wezîratiya “Ehmed Wehîdî” wekî Wezîrê Hundir û “Muhsin Rizayî” wekî Cihgirê Serkomar li karûbarên aborî nerizayetiya xwe nîşan da û ragihand: “Ew du kesane rola bingehîn li danîna bomb li navenda Cihûyan li bajarê “Boynês Ayrês” a Arjantînê de hebûne û li lîstê reş ê Polîsê “Interpol”ê de ne”.

Danîna bomb û teqandina wê bombê li “Navenda Alîkariya Cihûyan” di 18ê July a sala 1994an de hevdem digel Serkomariya “Elîekber Refsencanî”ê terorîst, bû sedema canjidestdana zêdetir ji 85 kesan û zêdetir ji 300 kes jî birîndar bibûn.

Berpirsên welatê Arjantînê ragihandine: “Ew teqîn ji aliyê Hizbullah a Lubnanê û bi fermana berpirsên Komara Îslamiya Îranê hatiye kirin”.

Çendîn berpirsên rejîma Îranê wekî “Ehmed Wehîdî û Muhsin Rizayî” wekî kesên bingehîn ên wê teqînê di listê reşê lipeyketina Polîsê Navnetewî anku “Interpol”ê de ne.