122 endamên “Meclîsa Nûnerên Amerîkayê” bi wajokirina terhekê, daxwaz ji Serkomarê Amerîka, “Joe Biden” kirine ku, “terorîzma dewletî” ya rejîma Îranê li destûra karê xwe de danê û şermezar bike.
Roja Înê 12ê Şibatê, endamê “Meclîsa Nûnerên Amerîkayê” yê Komarîxwaz, “Tom McClintock” terhek belav kiriye ku ji aliyê 122 endamên “Meclîsa Nûnerên Amerîkayê” ve hatiye wajokirin, û di wê terhê de daxwaza hevkarî digel Ewropayê li dijî kiryarên şerxwazane yên Îranê hatiye kirin.
Kiryarên şerxwazane yên Îranê wekî pîlana terorîstî ya dîplomat-terorîstê Îranê “Esedullah Esedî” li “Otrîş”ê û mifahawergirtina xirab a dîplomatên rejîma Îranê li parêzraviya siyasî bona cîbicîkirina pîlanên terorîstî yên Îranê, armanca bingehîn ya wê terha “Tom McClintock” e.
Herwisa di wê terhê de hatiye pêşniyarkirin ku dewleta Amerîkayê di hember derbasbûya dûr û dirêj a rejîma Îranê li derheq binpêkirina mafê mirov û serkuta xwînavî ya li meha “November” a 2019an û herwisa lêdana 2 mûşekan ji aliyê Spaha Pasdaran bi balafira rêwîngî ya Ukraynê, raweste.
Herwisa li 11ê Şibatê jî Amerîkayê tekezî kiribû ku, bi Îranê re derfet nade ku çeka navikî bi dest xwe ve bîne.
Herwisa “Joe Biden” ragihandibû ku dibe Îran dest li hemû kiyrarên binpêkirina Bercamê berde û piştre em dê danûstandinê digel Îranê bikin.