Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên Partiya Demokrat bi lidaxistina çalakiyên bangeşeyî yên xwe rejîm rastî tengahiyê kirine

12:37 - 3 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgêrên PDKÎ û pêşmergeyên Bajar li bajarên Kurdistanê, rejîm û Spaha Pasdaran a terorîst, bêzar kirine.

Li gorî nûçeyên ku gihîştine malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî 12`ê Cozerdanê, (2`ê Hezîrana 2019`an), endam û alîgêrên  hizbê û pêşmergeyên Bajar li bajarên wekî Bokan û Pêranşarê çalakiyên berfireh yên bangeşeyêy lidar xistin.

Xebatkarên Demokrat li bajarê Bokanê, li cihên wekî: Mizgevta Emîr abad, mizgevta Ebobekêr Sêdîq, xwendingeha navendî ya Se`adet û Mewlevî, bi nivîsîna siluganên wekî: Bijî Partiya Demokrat a Kurdistana Îran, Bijî Rasan, mirin û neman bo Spaha Pasdarana terorîst û neman bo xwefiroşan, çalakiyên piropagendiyeî birêve birin.

Hevdem Pêşmergeyên Bajar, li bajarê Pîranşarê, çalakiyên berfireh yên piropagendeyî bo piştevanîkirin ji pêşmerge û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê lidarixsitin, û pêşmergeyên Bajar, li bajarê Pîranşarê, tevî silavkirina şehîdên riya rizgariya Kurdistanê, girtiyên siyasî, dayîkên şehîdan û pêşmergeyên bivêr, ji kirêgirtiyan daxwazkirin, êdî îxanetê derheq gel û nîştiman nekin û bizivirin bo hêmbêza gelê xwe.