Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ bona bilindnirxandina yad û bîra Luqman Mêhfer çalakiyên banghêjî lidar xistin

12:27 - 12 Nîsan 2021

Endamên PDKÎ li bajarê Serdeştê, bi lidarxistina çalakiyên berfirerh yên banghêjî yad û navê şehîd Luqman Mêhfer, têkoşerê kevnar û Endamê Rêberayetiya PDKÎ bilind nirxandin.

Têkoşerên Demokrat bi belavkirina hin siloganan li cihên girîng yên nav bajarê Serdeştê li ser rê û rêbaza şehîd Luqman Mêhfer tekezî kirin.

Hevdem endamên PDKÎ li bajarê Guwêktepe li nav Şarwêrana Mihabadê, di çalakiyeke banghêjî de xemgîniya xwe bo şehîd Luqman nîşan dan û yad û navê wî bilind nirxandin.

Herwisa endamên dilsoz yên PDKÎ li bajarê Baneyê, bo yad û bîra Luqman Mêhfer, bi bilindkirina alaya Kurdistanê û xwe tewandin bo ala û axabanû, digel rêbaza şehîdan peyman nû kirin.