
Endamên PDKÎ li bajarê Selmasê, di peyamekê de şehîdkirina “Heyder Qurbanî” girtiyê siyasî yê Kurd bi destê rejîma Îranê şermezar kirin û ragihandin em bo tolhildanê amade ne.
Deqa peyamê wiha ye:
Silav li we yê şoreşvan
Em xort û endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li devera “Selamas”ê tevî şermezarkirina cinayeta sêdaredana şehîd “Heyder Qurbanî”, li destpêkê sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşê malbata şehîd “Heyder” û Hizba me ya şoreşger dikin û radigehînin, emê pitir ji berê çalakiyên xwe berfireh bikin û em di pêxema tolhildanê de amade ne ku her erkekê bi me bê spartin encam bidin.
Em hêvîdar in ku Xwediyê mezin sebir û mezinahî û xweragiriyê bi wê malbata ezîz bibexşe.
Endamê PDKÎ li bajarê Selmasê