
Pêşmergên Bajar û endamên PDKÎ li bajarê “Serdeş”ê li derheq şehîdkirina girtiyê siyasiyê Kurd “Heyder Qurbanî” ku di roja Yekşemî 28ê Sermawezê de bi destê rejîma terorîst û kurdkuja Îranê hatibû îdamkirin, peyama sersaxiyê belav kirin.
Deqa peyamê wiha ye:
Silavek gerim û şoreşgerane
Em wekî Pêşmergên Bajar û endamên PDKÎ li bajarê “Serdeşt”ê, sersaxiyê bi malbata şehîd “Heyder Qurbanî”, PDKÎ û gelê Kurd didin û wê cinayeta rejîma Îslamiya Îranê şermezar dikin.
Herwisa soza xwe dubare dikin ku heta nefesa dawiyê rêrevê rêbaza şehîd “Heyder Qurbanî” û şehîdên din ên Kurdistanê bin û dest ji xebatê bernadin.
Serşorî û neman bo dujminên netewa Kurd
Serkeve xebata rewaya Kurd
Bijî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê