Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Urmiyê, bi hilkerfta 2`ê Rêbendan salvegera Komara kurdistanê di peyamekê de, emegnasdiyên xwe bi rêbaza Komara Kurdistanê nîşan dan.
Peyam wiha ye:
Silav
Silavek bi sipyatî û ciwaniya 2`ê Rêbendan
Silavek li dilê xemilî ên Kurdên hejar
Silavek li rihê paqij ê avakerê Komara Kutrdistanê “Qazî Mihemed” û tev şehîdên Hizbê û gel
Em ciwan û endamên Hizba hezkirî a xelkê Rojhilatê Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li bajarokê Dizeya Mirgewer, 2`ê Rêbendan li tev xelkê Rojhilatê Kurdistanê û hemû endam, pêşmergên qehriman û hemû malbatên serfiraz ên şehîdan û tev hepsiyên siyasî yên xweragir pîroz dikin.
Her bi vê hilkeftê em careke din ji dujminên gelê Kurd re dibêjin, ku heya Kurdek mabe dê Kurdistan jî her bimîn e.
Rasan mîrata vê rêbazê ye û heya em negihîjin bi azadiyê em dest li tekoşîna xwe bernadin.
Ciwan û endamên Partiya Demokrat a Kurdiatana Îranê, li bajarokê Dizeya Mirgewer
2`ê Rêbendana 1398`an
Serketin bo pêşmerge û Kurdistan, neman û mirin bo caş û neyarên Kurdistanê