Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi hilkefta 10ê Xakelêweyê çalakî lidar xistin

13:09 - 30 Adar 2022

Endamên têkoşer ên PDKÎ li çendîn bajarên Kurdistanê wekî Nexede, Bane, Seqiz, Pîranşar û Bokanê bi hilkefta 10ê Xakelêwe, roja Şehîdên Kurdistanê û 75emîn salvegera sêdaredana “Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî” çalakiyek berfireh bi rê ve birin.

Endamên têkoşer ên PDKÎ li Bokanê, di çalakiyek berfireh de serdana malbatên şehîdan li Bokanê û gundên girêdayê vî bajarî kirin û soz û peyman digel rêbaza şehîdan nû kirin ku heta gihîştin bi armancên wan şehîdan, xebatê bidomînin.

Herwisa endamên têkoşerên Demokrat li Bokanê û gundên derdorê vî bajarî serdana tirbên şehîdan  kirin û tevî dubarekirina peyman nûkirin digel şehîdan, soz dan ku rêbaza wan di her demekê de bidomîn.

Herwisa di bajarên Nexede, Bane, Seqiz û piranşarê têkoşerên demokrat serdana malbatên şehîdan kirin û bi danîna alaya Kurdistanê û logoyên PDKÎ û herwisa logoya Hêza Pêşmergê Kurdistanê soz û peyman digel canê “Pêşewa” û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê nû kirin, ku alaya xebata wan heta serkevtinê bilind rabigrin.