Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên Spaha Pasdaran hewla dizîna zêrên jinên Belûçan dan/ Şewitandina maşîna wan di Zahêdanê de

12:54 - 25 Adar 2021

Li bajarê “Dizap” ê ser bi parêzgeha Sîstan û Belûşistanê, 2 dizên çekdar yên ser bi Spaha Pasdaran, hewla dizîna zêrên 3 jinên wî bajarê dan ku ji aliyê xelkê wî bajarî ve, hewla wan hate pûçkirin.

Roja Çarşemî 24ê Adarê, 2 dizên çekdar ên ser bi Spaha Pasdaran di bajarê “Dizap” ê ser bi “Sîstan û Belûçistan”ê de, bi hêceta misafirkêşî, 3 jin di şeqamên wî bajarî de siwar kiribûn û armanca wan dizîna zêrên wan jinan bûye û bi zîrekiya yek ji wan jinan, xelkê şeqamê agehdar kiribû û xelk bi hawaran wan jinan ve hatin û tevî rizgarkirina wan û parastina zêrên wan, maşîna wan dizan şewitandin û yek ji wan dizan ku ser bi Spaha Pasdaran a terorîst e, girtin.

Rejîma Îranê piştevanî li diz û çeteyên ser bi Spaha Pasdaran dike û di hewla berfirehtirkirina wan core diziyan de ye.