
Deve devê 12ê Banemerê, salvegera şehîdbûna “Simayîl Şerîfzade” ku bi roja “Xwendikarê Kurd” hatiye binavkirin, endamên Yekîtiya Xwendikarên Demokrat a Kurdistanê li ser tirba şehîd “Simayîl Şerîfzade” soza emegnasiya xwe digel rêbaza şehîdan nû kirin.
Endamên Yekîtiya Xwendikarên Demokrat a Kurdistanê bi belavkirina trakt û posterên taybet ên roja 12ê Banemerê, roja “Xwendikarê Kurd” bi bilind ragirtin û soza xwe dubare kirin ku rêbaz û armancên şehîdên Kurd û Kurdistanê û rizgariya Kurdistanê bidomînin.
Herwisa endamên têkoşerên PDKÎ li roja Şemî, 5ê Banemerê li bajarê Sineyê û bi hilkefta 12ê Banemerê roja “Xwendikarê Kurd”, bi awayekî berfireh bi belavkirina trakt û posterên taybet bi vê rojê, çalakiya berfireh a banghêjiyê lidar xistibûn.
Çendîn salan berî niha ji aliyê hêzên spaha pasdarn a terorîst ve tirba şehîd “Simayîl Şerîfzade” hatibû têkdan û şûnwarên wê rakirine.
Şehîd “Simayîl Şerîfzade” rolek girîng û bi bandor li tevgera Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hebû û her bi sedema vê bandorê û pêgeha bilinda wî, ew wekî sîmayeke xwendikarî li tevgera netewî-demokratîk a Kurdistanê tê naskirin.