Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endametiya Rûsiye li Şêwraya Mafê Mirovî ya Saziya Netewên Yekgirtî hate ragirtin

18:14 - 8 Nîsan 2022

Roja Pêncşemî 7ê Nîsanê, civîna giştî ya Saziya Welatên Yekgirtî, endametiya Rûsiyê li Şêwraya Mafê Mirovî ya wê saziyê ragirt.

93 welatên ku yek ji wan Îran e, ji gelempera 193 welatên endamên wê Saziyê, dengê “ne” bi biryara ragirtina endametiya Rûsiyê li Şêwraya Mafê Mirovî ya wê Saziyê dane.

Di wê birnameyê de nigeraniya cîhanî ji “binpêkirina berfireh û sîstematîk a mafê mirov û yasayên navnetewî li êrîşa Rûsiyê bi ser Ukraynê” tê xuya.

Piştî eşkerebûna komkujiya rûniştiyên bajarê “Buça”yê ji aliyê hêzên Rûsiyê ve, Şêwraya Mafê Mirovî ya Saziya Netewên Yekgirtî ew biryar daye.