Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erdheja pileya 5.9 rîxterê a ku li parêzgeha Urmiyê çê bû gelek xisarên madî li pey xwe ve anî

10:47 - 24 Şibat 2020

Roja Yekşemî 4`ê Reşemehê, erdhejek bi pileya 5.9 rîxterê di navbera parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê û Wan a Bakurê Kurdistanê de çê bû.

Di erdheja ku parêzgeha Urmiyê hejand zêdetir ji 72 kes birîndar bûn û gelek bajarên parêzgeha Urmiyê xisarên madî dîtine.

Gelek gundên devera kutor a ser bi bajarê Xoyê bi sedema erdhejê xisareke zêde dîtine. Xelkê wan gundan hewcehî bi alîkariya hevwelatiyan hene, heya niha rejîmê ti alîkariyek wisa nedaye wê deverê û xelkê wê deverê di bin xîvetan de dimînin.

Pêka vîdiyoyên ku di nav torên civakî de hatine belavkirin, 25 gundên devera Kutor, 100 li sed hatine herifîn.

Xelkê zirarberketî yên parêzgeha Urmiyê û nemaze devera kutor, di wê demsala sir û seqemê de, li derve dimînin û navendên hawarhatin ên rejîmê jî ti alîkariyekê nadane wan.

Bi cihê ku navendên hawarhatinê ên rejîmê hawara xelkê zirarberketî de biçin, welatiyên Rojhilatê Kurdistanê bi awayên cuda alîkariyên madî û mirovî didine zirar berketiyan.

Ji duh ve di parêzgeha Urmiyê de 60 herdhej çêbûne û erdheja ku ji hemûyan bihêztir, a pileya 5.9 rîxterî bû, û welatiyên wê parêzgehê nevêrin di nav avahiyan de razên û bimînin.

Li gor zanyariyan, li encama erdheja yekem a ku parêzgeha Urmiyê hejand, 75 kes birîndar bûne û 500 ser pez û dewarên xelkê mirar bûne, herwiha zirar gihîştiye xanî û avahiyên 43 gundên ser bi bajarên Xoy û Selmasê.

Welatiyên zirarberketî yên devera Kutor a ser bi bajarê Xoyê, hecewhî bi alîkriyeke mirovî hene û rewşa wan di vê demsala sir û seqemê de nebaş e, û xelkê zirarberketî yên devera Kutor daxwaz ji hevwelatiyan kirine ku hawara wan de biçin.

Ji aliyek din ve jî, li navçeya Elbakê ya ser bi parêzgeha Wanê, di encama erdhejê de 9 kesan canê xwe ji dest dane û zirar gihîştiye dehan xanî û avahiyên li 5 gundên ser bi Elbakê.