Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erdhejê parêzgeha Urmiyê hejand

10:53 - 30 Kanûna Paşîn 2020

Li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê erdhejeke 4.7 rîxterî rabû û di vê erdhejê de xisarên canî tinebûn, lê hin xisarên malî li pey xwe ve anîn.

Di vê erdehejê de gelek gundên devera mirgever û bexşa Sîlwana a ser bi bajarê Urmiyê xisar ber ketine, lê ev xisarane gelek mezin nînin, û gelek xanî bi vê erdhejê dîvarên wan şeq bûne.

Her li gor zanyariyên berdest erdhej 14 kîlometran li bakurê bajarê Nexedê çê bûye û kurahiya wê jî wekî 11 kîlometr li bin erdê, hatiye tomarkirin.

Jibilî bajarê Urmiye li bajarên Şino û Pîranşarê jî hest bi wê erdhejê hatiye kirin.

Herwiha li Gever û navenda Colemêrga Bakurê Kurdistanê jî hest bi wê erdhejê hatiye kirin.

Ev di demekê de ye, ku duh jî li Şîraza ser bi Îranê erdhejek bi hêza 5.1 rîxterê çê bûbû.