Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erdhejek bajarê Serdeştê hejand

16:56 - 15 Gulan 2013

Kurdistanmeida: Bo duyemîn car erdhejek bi gasî 4,3 pileyên rîşter bajarê Serdeştê hejand.

Nawenda erdheja zanîngeha Tehranê dilav kir, sibêdeya roja çarşemî 15’ê Gulan a 2013’an, demijmêr 9:30 deqan, erdhejek devera Mîrava ya Sereştê hejandiye.

Ew erdheje li 25 kîlomêtriya bajaroka Serdeştê qewimiye û nawenda devera Mîava yê bûye.

Çavkaniyekê eşkere kir, ew erdheje bi kûriya 5 kîlomîtira zevî de bûye û xisarekî canî tunebûye.

Çend roj berî niha erdhejek din bi gasî 4,3 pileyên rîşter bajarê Serdeştê hejand.