
Kurdistanmeda: Serkomarê Tirkiyê Recebe Tayîb Erdoxan gotiye, “sedema berfirehkirina kirîza Îraqê, afirandina ciyawazî û parçekirina cîhana Îslamê ye, û herwisa hinek kes jî dixwazin nerizayetiya Îraqê veguhezînin nav Îranê”.
Serkomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdoxan, roja Înê 18`ê Xezelwerê gotibû, ez texmîn dikim ku çi kesek pişt wê xwenîşandana Îraqê ye, û ew dixwazin wê xwenîşandanê bo Îranê veguhezînin.
Herwisa navbirî got, berfirehkirina kirîza Îraqê, di rastiyê de, afirandina ciyawazî û perçe kirina cîhana Îslamê ye.
Xwenîşandana Îraqê ji Oktobera îsal ve destpêkir, û xelkê nerazî li dijî gendeliya hikûmetê û li dijî mudaxilekirina rejîma Îranê di nav karûbarê Îraqê de xwenîşandan dikin, û heya niha 300 kes hatine kuştin.
Ji aliyek din ve jî, rêberê rejîma Îranê bê şermane ew xwenîşandane “pîlana dujmin” dabû zanîn.