Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erebistan: Şêvra Ewlehiyê, pêşî ji kiryarên terorîstî yên rejîma Îran bigire

13:23 - 24 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Paşayê “Erebistana Si`ûdî” ji Şêvra Ewlehiyê daxwaz kir da ku, pêşî ji kiryarên têkderane yên rejîma Îranê bigire.

Li gorî rapora kanala “Al-Arabiya”yê, roja Çarşemî 1`ê Cozerdana 1398`an(22`ê Gulana 2019`an), “Erebistana Se`ûdî”, bi Şandina nameyekê ji Şêvra Ewlehiyê re daxwazkiriye da ku, pêşî ji kiryarên têkderane û terorîstî yên rejîma Îranê ku, gefin li dijî deverê bigir e.

Herwisa di wê nameyê de îşare bi wê yekê hatiye kirin ku, rejîma Îranê piştevaniya girûpên terorîstî dike û ev yek gefeke li dijî ewlehiya dever, saziya navneteweyî û herwisa li dijî firotina neftê.

“Erebistana Si`ûdî”yê ji Şêvra Ewlehiyê û Civaka Navneteweyî re daxwaz kiriye da ku, bi helwestên bicî li hemberî kiryarên têkderane yên rejîma Îranê, xwedî derkevin.

Herwisa Erebistanê tekez jî kiriye ku, ji bo pêşîgirtin ji hatina gorê a şer di herêmê de, wê ji hemû biryar û kiryarên hewce mifahê verbigire.

Erebistana Se`ûdî, rejîma Îranê bi piştevanîkirin li girûpên terorîstî yên wekî, Husiyên Yemen û dana Mûşekên Balistîk û balafirên bê pîlot, ji vê girûpê re, bo êrîşkirina li dijî Erebistan û herwisa têkdana ewlehiya herêmên Erebî tohmetbar kir.