Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erebistan û Misirê di daxuyaniyekê de ji rejîma Îranê re xwastin da ku dev kiryarên xwe yên terorîstî berde

12:26 - 22 Hezîran 2022

Ebdul El-Fetah El- Sîsî serkomarê Misirê û Mihemed Bin Selman Mîrê Erebistanê, di daxuyaniyekê de ji rejîma Îranê re xwastin ku, dev ji destêverdan di karûbarên welatên Erebî de berde û ewlehiya Herêma Rojhilata Navîn tevlîhev neke.

Roja Sêşemî 21`ê Hezîranê li bajarê Qahirê ya paytexta Misirê, Ebdul El-Fetah El-Sîsî serkomarê wî welatî û Mehemd Bin Selman Mîrê Erebistanê di daxuyaneke hevpar de, li derheq girîngî dan bi piştevanîkirin ji hewlên navneteweyî ên li derheq pêşîgiritin ji destpêregihîştina rejîma Îranê bi çeka navkî û kiryarên terorîstî yên wê rejîmê li derheq têkdana ewlehiya Herêma Rojhilata Navîn de tekezî kirine.

 Herwisa di vê daxuyaniyê de rayedarên herdu aliyan ji rejîma Îranê re ragihan ku, gefxwarinên ji gemiyên bazirganî yên di hêlên deryayî de bidawî bîne û piştevaniya girûpên terorîstî jî neke.

 Rejîma Îran û dewleta Erebistanê di destpêka şerê navxweyî yê Yemenê, şerê navxweyî yê Sûriye û kirîza siyasetên Lubnanê de bi piştevanîkirin ji girûpên hevrik rû bi rûyê hev sekinîn.

Mihemed Bin Selman Mîrê Erebistanê bi mebesta girêdana girêbestên bazirganî digel welatên herêmê yên weke Tirkiye û Misirê, hem bazirganiya Rojhilata Navîn bihêz dike û hemî jî bi weşana daxuyanyek hevpar ji rejîma Îranê re hişdarî da ku dev ji kiryarên terorîstî yên xwe  di herêmê de berde.