Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erebistana Se’ûdî toreka sîxurî ser bi rejîma Îranê eşkere û endamên wî destbiser kir

16:10 - 27 Adar 2013

Kurdistanmedia: Paş derbas bûna yek heftî li girtina torekî sîxurî li welatê Erebistanê, dezgeha ewlehiya vî welatî rejîma Îranê bi alîkarîkirin bi vê torê tawanbar kir.
Berdevka ewlehiya wezareta navxweya Erebistanê ragehand, tora sîxuiya han li 18 kesan pêk hatiye û li gel wezareta Îttlata rejîma Îslamiya Îranê pêywendiya rasteras habûne.
“Mensûr Eltirkî” got: Ev tîme zanyarî û wêneyên cihên leşkerî yên Erebistanê bo Îttlata Îranê rêkirine û ji bilî vê karkirinê dirav wergirtine.
Li nav van 18 kesên ku hatine girtin 2 kes Îranê û Lobnanî têdene û evên din hevwelatiyên Erebistanê ne.
Her di vê pêywendiyê de wezareta navxweya Erebistanê li daxuyaniyekê de nûçeya pêywendiya tora sîxuriya han li gel wezareta Îttlata Îranê piştrast kir.
Welatê “Yemen”ê jî sê hevwelatî bi tawana sîxurî bo rejîma Îslamiya Îranê, bi 5 sal zîndan hatin mekum kiriye.
Dozgeriya Yemenê sê welatiyên han bi sûça sîxurî bo rejîma Îslamî a Îranê li rêya nayasayî li gel wabestên rejîmê bi dana belge û nûçên ewlehî û dîfa’î li salên 1997 haya 2008 cûçdar kir.