
Pêka nûçeyên belavbûyî, Wezîrê Karûbarê Derve yê Erebistanê “Feysel Bin Ferhan Al Siûd”, daye zanîn, ku hekî Amerîka hêzên xwe çend beranber di Erebistanê de xurtir jî bike, lê em dîsan hez nakin Amerîka hêzên xwe li Îraqê vekişîne.
“Feysel Bin Ferhan Al Siûd” roja duşemî 14`ê Rêbendanê, daye zanîn, bi her awayekî hêzên Amerîkayê li welatê cîranê Erebistanê yê wekî Îraqê vekişin, ewlehiya deverê dikeve metirsiyê.
Berê jî, parlemana Îraqê, biryarek pejirandibû û ji hikûmetê xwstibû ku dawiyê li hebûna hêzên bîyanî di nav axa wî welatî de bîne.
Piştî wê biryarê jî, artêşa Îraqê ragihandibû, ku amade ne heya dema dawîpêhatina lihevhatina digel hevpeymaniya Navntewî bi awayê hevpar kar bikin û alîkariyê ji wan wergirin, herwisa ev amade ne lihevkirineke nû jî dabinên. Artêşa Îraqê biryar dabû ku operasyonên hevpar werin domandin.
Amerîka nêzî 5 hezar hêzên leşkerî di Îraqê de heye, û bo piştevanî kirin ji hêzên Îraqê li dijî DAÎŞê di welatî de maye.