
Bi nav nûnerê bajarê Tehranê, Mehmûd Sadiqî di nameyekê de bo Serokê Şêvra Nigehban Ehmed Cenetî nivîsiye: “Mijara erêkirina berendamên hilbijartin bo meclisê bê sînor ji aliyê “delalên firotina Selahiyetan” ve bi wê dewra hilbijartinê nîne û di hilbijartinên berê de jî herwisa berdewam bû û her hebûye”.
Eve jî di halekê de ye ku xudê ew “delalên firotina Selahiyetan” di Şêvreya Nigehban de ne û heta Şêvra Nigheban berendamekê erê neke, berendam nikarin bêne erêkirin.
Herwisa Mehmûd Sadiqî, di nameya xwe de bo Cenetî nivîsî ye, berê jî bi wî awayî berendamên hilbijartinê bi midaxilekirina hin kesan dihatine erêkirin.
Di vê derheqê de dadsitana Tehranê roja Sêşemî, 16`ê Rêbendanê, dabû zanîn ku, di rojên derbasbûyî de “12 kesên ku dixwastin biçine nav Şêvreya Nigehban û destkarî ji erêkirina berendamên hilbijartinê bikin, hatine desteserkirin”.
Rejîma Îranê pêş ji hemû tiştekê de nûnerê xwe hildibijêre û dîyarî dike, bi wî awayî ew delalên ku berendamên hilbijartinê dîyarî dikin her xudê Şêvraeya Nigheban e, bi wî awayî dengdana xekê jî wekî şanoyekê ye bo rejîmê.