
Êrîşa girûpên çekdar yên girêdayê rejîma Îranê wekî “Hizbullah” di Îraqê de wê rastiye dide xuyakirin ku hewceye dorpêçên aborî û cebirxaneyî ya ser Îranê bête berdewamkirin heta Îraq tenahiyê bi xwe ve bibîne.
Roja Çarşemî, 7ê Çirriya Pêşîn, girûpa avakirî ya bi destûra Serokwezîrê Îraqê, “Mistefa Kazimî” piştî lêkolîn li ser mijara mûşekbarana li ser binkeyên aliyên navnetewî di devera kesk a bajarê Bexdayê de ragihand ku berpirsê wê mûşekbaranê “Hizbullah” a Îraqê ye.
Piştî êrîşên berdewam yên mûşekî bo ser devera kesk a bajarê Bexdayê û gefa amerîka bona daxistina balyozxaneya xwe di wî bajarî de, pirsgirêkên ewlehî di wî welatî de ji aliyê berpirsên Îraqê ve hate gengeşekirin û li ser wê mijarê Serokwezîrê Îraqê, “Mistefa Kazimî” biryara avakirina hey`etekê bona lêkolîn li ser pirsgirêkan,ku di 6ê Cîrriya Pêşîn de hate avakirin.
Li ser wê mijarê, karnasê siyasî û ewlehiyê Îraqê, “Ehmed El-Hemdanî” daye zanîn ku gelampera wan êrîşan bi xelkê Îraqê re dide selimandin ku xwesta Spah a Pasdaran bona guherîna welat bi meydana şer yên bi nûneratî, ew digel gefên micid rûberû kirine.