Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Eşkerebûna çawaniya girtina 10 kolberên Kurd li devera Sewlava

15:43 - 11 Tebax 2013

Kurdistanmedia: 10 kolberên Kurd ên devera Sewlava ku çend roj berî niha ji aliyê hêzên leşkeriyên rejîma Îranê ve hatibûne girtin bi alîkariya du kirê girtiyên rejîmê hatibûne kirin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanemdia, roja duşemî berwara 5’ê Tebaxa 2013’an 10 kolberên Kurd xelkê gundên “Derekê û Demeyew” li ser xala sînoriya Sewelavayê ji aliyê hêzên leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê ve hatin destbiser kirin.
A niha derkevtiye ku du kes xelkê gundê Derekê bi navê “S . K” kurê Mihemed û “S . M” kurê Nsir alîkariya pasigeha Jalane kirine û li girtina wan kolberane de rolekî berçav hebûne.
Bi gotina çavkaniya hayîdar, xelkê gundê Derekê ew her du muhrê rejîm gazîkirine û bi wan gotine ku dest ji vî karî berdin, lê ew du kese berevanê xelkê bûne û li pasigeha Jalane sikalayek li ser 6 kesan tomar kirine.
“Mela Silêman Mihemediyan kurê Selam, Muimên Ebasî kurê Emîn, Adil Hesenî kurê Ezîz, Selam Qadirnijad kurê Qasim, Eshen Mehmûdî kurê Subhan, Nizar Mehmûdî kurê Cemal, Kariwan kurê Kamil û Bayîzîd” navê 8 kes ji wan 10 kesan e ye.
Hejmarek ji wan 10 kesane bi danîna wesîqe bi awayekî demekî hatine azad kirin.
Kolberên han ên Kurd di dema girtina wan ji aliyê hêzên leşkerî ve dabûne ber lêdanê û her weha kelupelên wan dest li ser de girtine.