Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Esxer Cehangîr: “Bo kontrolkirina kiryarên perpirsên hikûmetî hewcehî bi milyonek kes heye”

14:34 - 19 Kanûna pêşîn 2021

Cihgirê Civakî û Pêşîgirtin ji Tawanan yê Dezgeha Dad a rejîma Îranê “Esxer Cehangîr” îtiraf kiriye ku bi sedema zêdebûna tawanan di Îranê de rewş gelek aloz e û dezgega Dad şiyana pêregihîştin bi wî qasa zêde ya tawanan tinîne.

Cihgirê Civakî û Pêşîgirtin ji Tawanan yê Dezgeha Dad a rejîma Îranê “Esxer Cehangîr” di bajarê “Gez” li parêzgeha “Gulistan”ê,tevî îşarekirin bi binçavkirina milyonek diz di heyama salê de îtiraf kir ku Dezgeha Dad şiyana pêregihîştin bi qasa zêde ya dosye, şikayet û tawanan tinîne û hewcehî bi alîkariya tev dezgehan û navendên hikûmetî ye.

Herwisa navbirî got: “Take erkê min çavedêrî li ser kiryarên berpirsan e” û îtiraf kir ku bo kontrolkirina kiryarên berpirsan hewcehî bi avakirina sîstemeke çavedêriyê heye û bo kontrolkirin û çevedêrî li ser berpirsan hewcehî bi milyonek kes heye ku bikarin kiryarên hemû berpirsên hikûmetî kontrol bikin.

Herwisa mavbirî îtiraf kiriye ku bi sedema kêmbûna mûçeyên karmendên dexzgeha dad, renge ew bixwazin tawanan encam bidin.

Gotinên wî berpirsê dezgeha Dad dide xuya ku gendelî, bertîlvergirtin û kiryarên din ên berpirsan di Îranê de bi qasek zêde ye ku bo kontrolkirina wan berpirsan hewcehî bi milyonek çavdêr heye.