Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ev serê çen rojane ku xelkê taxa Îslamabada Selmasê li ber kêm Aviyê rastî pirskirêkan bûne

12:55 - 6 Gulan 2022

Menteqa Wehdet a Îlslamabada Selmasê ev çend roje ku fişara Avê hide kêm bûye ku xelk rastî pirskirêkan hatine.

Gorî gotina rûniştiyên taxa Wehdet a Îslamabada Selmasê, ewa serê çend rojane ku fişara Avê hinde kêm bûye ku xelk bê Av dimîne û hinek caran bi tewawî Av qut dibe.

Xelkê wê taxa bajarê Selmasê, heya niha çendîn caran îdara Avê a wî bajarî û berpirsên peywendîdar agehdar kirine, lê heta dema amade kirina wê xeberê, tu pêngavek ji bona çareser kirina pirskirêka Ava wê taxê jialiyê Îdara Av ê ve nehatiye havêtin.

Taxa Wehdet û Îslamabad bi temamî rûniştiyên wê Kurdin û lewmaye ku rejîm li derheq çareseriya kêşên xizmetguzariyên wê piştguh dihawêje û çareser nake.