Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ewlehiya welatê Norwêjê daxwaz kiriye ku sîxurekî Îranî ji wî welatî derxînin

12:44 - 11 Çirriya paşîn 2020

Saziya ewlehiya welatê “Norwêj”ê daxwaz kiriye ku birêveberê navenda “Îmam Elî” bi sedema hevkariya wî digel rejîma Îranê, ji wî welatî bê derxistin.

Roja Sêşemî 10ê Çirriya Paşîn, “Saziya Ewlehiya Norwêj”ê ji “Wezareta Dad” ya wî welatî daxwaz kiriye melyekî Îranî ku berpirsê navenda “Şîeyan” ya bi navê “Îmam Elî” li bajarê “Oslo”ê ye ji welat derxînin; Hin çavkanî navê wî sîxurê Îranî bi “Mistefa Mutehherî” dane zanîn.

Ew melayê Îranî hatiye tawanbarkirin ku hevkarî digel dezgeha Îtila`ata rejîma Îranê kiriye û herwisa pêwendî digel melayekî din yê Îranî-Norwêjî hebûye ku di welatê “Danmark”ê de tawanbarê teror e û di Danmarkê de hepsî ye.

Ji aliyekî din ve, “Han Blomberg” birêvebera “Saziya Ewlehiya Norwêj”ê daye zanîn ku di hewla erêkirina repora derxistina wî malayê Îranî ku bi sedema hevkarî digel Wezareta Îtia`at a Îranê li “Norwêj”ê nînin, lê rejîma Îranê navendên olî û mizgevtan bona armancên ewlehî û vergirtina zaniyariyan bikar tîne.

Li ser wê mijarê di meha Pûşpera sala 1399an de, Îraniyeke  rûniştiyê “Norwêj”ê, di welatê “Danmark”ê de bi sedema hewl û hevkarî bona terorkirinê, bi 7 salan hepsê hatibû mehkûmkirin.

Navenda “Îmam Elî” her sal 600 hezar Koron pere ji welatê “Norwêj”ê verdigre û 632 endam hene ku di wan salên dawiyê de banghêjî bo hizrên “Xumêynî û Xamineyî” kiriye.

Navenda “Îmam Elî” û navenda “Tewhîd a Îslamî”, 2 navendên “Şîe” di welatê “Norwêj”ê de ne ku banghêjiya hizrî bo rejîma Îranê dikin.