Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Ey Reqîb” jî di nav sirûdên neteweyî ên cîhanê de cih girtiye

10:29 - 20 Kanûna pêşîn 2019

Nivisîn: Bêhzad Qadirî

Wergêr: Rojan Sofîzade

Sirûda neteweyî an sirûda nîştimanî, parçemûzîk an sirûdek e ku ji aliyê welatan ve weke sirûda neteweyî û fermî a her welatekî tê hesibandin.
Îro rojê li cîhanê, her welatek sirûda neteweyî a taybetî ya xwe heye.
Sirûdên neteweyî yan awaz, hinek mûzîk in ku, li hinek rewşên taybet di welatan de, têne xwendin.
Ew sirûd yan awaz nîştimanî û şoreşvanî ne, ku weke rêzgirtin ji hogirî û baweriyên her welatekî têne lêxistin.
Ew awazane di hewla bizvandina hesta nîştimanperweriyê di nav xelkê de, têne xwendin.
“Ala” û “sirûda neteweyî” di her welatekî de,

nîşana “Nasnameya Neteweyî” di wî welatî de ye, ala bi reng û nexşên wê, û sirûda neteweyî bi wate, bingeh û muzîka wê, bas ji nasnameya neteweyekê dikin.
Li sirûda neteweyî a her welatekî de, nasnameya her welatekî berçav tê girtin, ku nîşaneya armancên zarokan û xelkê wî welatî ye, wate gellek armancên wekî azadî, yekbûn û serxwebûna xelkê wî welatî.

Bo mînak ew yekbûna li sirûda netewayetiya welatê Almanê de hatiye destnîşankirin: “Alman, Alman servey hemû tiştekê ye, servey her tiştekê li cîhanê de, ku hertim dema berxwedan û parastinê, birayane yêkparçe radiwestin”.
Li sirûda neteweyî a her welatekî de, bi hebûnnasiya xelkê û îdolojiya leşkerî, siyasî ya welat, bi dîrok, mezinahî an serkevtinan û şikandina dijminan, îşare tê kirin.

Li sirûda netewayetiya welatê Çînê de bi micidî wiha bas ji netirsîn ji dijminên Çînê tê kirin: “Hezar hezar dilên me wekî dilekî lê dide, li agirê dijmin netirsin, herne pêş ji agirê dijmin netirsin, herne pêş, herne pêş, û herne pêş.

Nîştiman, welat, war, berxwedan û herman, hêvî, azadî, aştî, meznahî, çavnetirsî, serbilindî û...hwd, an bingehên wan peyvên wek yek, ew peyvane ne, ku bi zorî û bi micidî ve li sirûdên neteweyî de xwe derdixin.

Bo mînak “Azadî wiha xwe li sirûda neteweyî a welatê Birizîlê de derdixîne: “Gihîştin bi wekheviyê ku me bi hêza baskên xwe bi dest xistiye, li himbêza te de ye, ey azadî, me singê xwe li hemberî mirinê de kiriye mertal, herwiha hinek beşên din ên sirûdên neteweyî, li ser yekîtî, yekdengî û yekrêziya di navbera xelkê de, tekez dike.

Li sirûda neteweyî a welatê Vênizoyêlayê de, yekbûna xelkê wiha sînorên coxrafî derbaz dike: “Yekparçe bi tayekê ku di esman de bûye, heya parzemîna (qareya) Amerîka, her weke yek netewe ye.

Li hinek ji sirûdên neteweyî, bitaybet ew welatên ku, dîroka şoreşê an berxwedan ji bo gihîştin bi serbixweyiyê hebûne, hinek beşên tijî ji soz bi merema bihêzkirina yekbûn û parastina morala berxwedan û şer hatiye danîn.

Li sirûda netewayetiya welatê Ermenistanê de ew mijara bi başî xûya ye: “Niştîmana me, azad û sebixwe ye, ev sedan salî ye, û zindî ye, niha û şûnda xortên xwe gazî dike, bo Ermenistaneke azad û serbixwe”.
Di beşên cuda yên sirûdên neteweyî de, temaşevan û guhdar, cureyên berdengî ne.

Di piraniya wan beşan de, mebest ji wan berdengane, ragihandina emegnasî bi nîştiman, an rêber, û hinek car jî xelk berdeng in.

Herwiha li hinek sirûdan de, du`a ji bo nîştiman û xelkê tên xwendin, û hêviya serkevtinên herî baş ji bo welatê xwe dixwazin.

Bo mînak di beşek ji sirûda neteweyî ya welatê Koreya Başûr de, wisa li ser emegnasiya xwe li hember nîştiman de tekez dikin: “Bi vê moralê û hizirkirinê, hem li dijwariyan de û hem jî di xweşiyan de, werin heya ku em hemû emegnasiya xwe pêşkêşî nîştiman bikin”.

Di vê navberê de, em Kurd jî, wekî neteweyek ku axa wê hatiye dagîrkirin û serbarî vê yekê ku carê me welatê serbixwe yê xwe tuneye, lê, me sirûda netwayî û alaya taybetiya xwe heye, ku hertim dijmin ji wan sembolên ku mezinahiyê didin nasnameya neteweyî a me, tirsiyane.

Sirûda netewayetiya “Ey Reqîb” li serdemê Komara Kurdistanê a Mihabadê de, bû sirûda neteweyî û heya niha jî her sirûda neteweyî û nîştimaniya Kurd e, di her çar parçê Kurdistanê de.

Sirûda “Ey Reqîb her maye qewmî Kurd ziman” ji aliyê “Yûnis Reûf” naskirî bi “Dildar”, li sala 1940`î, li hember şovînîzm û ew zilm û zordariya ku li derheq Kurd tê kirin, hatiye vehûnandin û nivîsîn.

Ew sirûda, bas ji bûna Kurd dike, ji ber vê yekê bûye sirûda neteweyî.

Di wê serdemê de, du serkirdeyên navdar û nemir ên Kurd: Pêşewa Qazî Mihemed li serdemê Komara Kurdistanê de, li Kurdistana Rojhilat, û piştre Mela “Mistefa Barzanî” di şoreşa Eylûlê de, ew sirûda vegeşiya, û berfireh bû, û li dil û mejiyê Kurdan de cih girt.

Ew sirûda bûye beşeke cûdanekirî ji dîroka Kurd û niha jî bûye sirûda fermî li Herêma Kurdistanê de.

Naveroka sirûda “Ey Reqîb”, ala, niştîman, û Kurd in, û ew sê bingehane jî, bas ji nasyonalîzm û patryotîzim wate niştîmanperweriyê dikin.

Ala, niştîman û Kurd, sê bingehên sereke yên vê sirûdê pêk tînin.

Di rewşa niha ya Kurdistan û navçeyê de, ala û sirûda neteweyî a Kurd, seyvanek e di panahiya Kurdistanê de, ku rola rêkxistina neteweyekê li nîştimanê de dibîne.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine