Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fabrîka sîmana Bokanê tê daxistin

20:26 - 16 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Seba dawî hatina sûtemenî û zafbûna %21 nirxa mazûtê paş armankirina yaranan, 9 fabrîk ku bi sûtemeniya mazût kar dikin û di nav wan de karxana sîmana Bokanê egera evê heye ku bihê daxistin.


Nûçegihaniya “Îsna” ji zarê endamekî heyeta rêveberiya encumena sîman bilav kir, 9 fabrîkên sîmanê ku bi sûtemeniya mazût kar dikin tirsa daxistina wan heye û ji egera daxistina wan fabrîkane, 8 parêzgehên Îranê tûşî kêmiya sîman û hejmarek zaf kedkar, bêkar dibin.
Endamê heyeta rêveberiya encumena sîman, sedema serekî ya wan pirsgirikane bo wan karxananê kusûtemeniya wan mazûte, pitir bûna %21 nirxa ew sûtemeniya paş armanckirina yaranan, ragihand.
Ew 9 fabrîkên ku ji sûtemeniya mazût mifah werdigrin bi giştî 8 milyon ton sîman berhem dînin û a niha 750 milyon Yoro qerdarê dewleta rejîma Îranê ne.
Çêkirina fabrîka sîmana “Kawan”a Bokanê li sala 1385’a Rojî dest pêkir û piştî 5 salaln kevte berhem anînê û bi awayekî rastexwe 500 kes têde kar dikin.

Bi awayekî narastexwe 4 hezar kes di beşên cûr ba cûr ên karxana Kawanê de kar dikin ku bi daxistina nêzîk bi 5 hezar kes bi awayekî rasexwe û narastexwe bêkar dibin.