
Taqima “Fedayiyanê Îslam” hişdariyê didin ku hekî pirsgirêkên xelkê neyêne çareserkirin, bi tenê %20 a xelkê Îranê, dê beşdarê hilbijartina Serkomariyê ya sala 1400an bibin.
Roja Şemî, 3ê Çirriya Pêşîn, berpirsê “Teşkîlata Binyatxazên Şîe” an ku “Taqima Fedayiyanê Îslam”, “Mihemed Mehdî Ebdê Xudayî”, hişdarî bi berpirsên rejîma Îranê daye û gotiye: “Hekî rewş baş nebe û pirsgirêkên xelkê neyêne çareserkirin, bi tenê %20 a xelkê Îranê li hilbijartina Serkomarê Îranê de, dê beşdar bibin.
Wî binyatxazê rejîmê tekezî kiriye, ku karbidestên rejîma Îslamê nabe kiryarên dûr ji çarçoveya “Edeb û Exlaq” hebin û îtiraf kir ku: “Rewşa siyasî û birêveberî ji berê xirabtir bûye û karbidest bona berjewendiyên kesîn û ji xwerazîbûnê, bi hêsanî berjewendiyên netewî piştguh davên û bi tenê xwestên kesîn têne berçavgirtin”.
Beşdarînekirina piraniya xelkê Îranê li hilbijartina meclîsa 11ê ya rejîma Îranê, hişdariyeke tund a xelkê Îranê bo rejîma Îranê bû ku rewatiya deshilata rejîmê birine bin pirsiyarê.
Di Rojhilatê Kurdistanê de jî kêmtirîn hejmara xelkê di hilbijartina meclîsa rejîmê de beşdariyan kir û deng dan, eva jî dizavire li ser banghêjiya Partiyên opozisdiyon yên Rojhilatê Kurdistanê ku hilbijartin baykot kiribûn û roleleke serekî ji daketina hejmara dengdanan di Rojhailê Kurdistanê de hebûn.