Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Federasiyona Cihanî ya Mamostayan daxwaza azadkirina mamostayên binçavkirî li Îranê kiriye

11:52 - 15 Gulan 2022

Federasiyona Cîhanê ya Mamostayan a bi navê “Hînkariya Navnetewî”, tevî daxwaza azadkirina mamostayên binçavkirî, daxwaz ji rejîma Îranê kiriye ku serkuta mamostayan bisekinîne.

Federasiyona Cîhanî ya Mamostayan li derheq binçavklirina bê hêcet a mamostayan li Îranê daxuyaniyek belav kiriye, di vê daxuyaniyê de hatiye: “Serkuta armancdar li dijî mamostayan ku berevaniyê ji dersxwan, civak û mafê xwe wekî çalakvanên sendîkayî dikin, divê bê sekinandin”.

Herwisa  Federasiyona Cihanî ya Mamostayan (The International Federation of Teachers), bi tekezî ragihandiye: “Em daxwaza sekinandina binçavkirin û azardana wan kesan dikin ku bi awayê aşitîxwazane berevaniyê ji azadkirina hevkarên xwe dikin”.  

Ferderasiyona Cîhanî ya Mamostayan ku navenda wê li bajarê Birûksela welatê Belîjîkê ye, daye zanîn: “Binçavkirina mamostayan binçavkirina eşkere ya rêkxiraw û mafê kombûnan e û herwisa binpêkirina azadiya beyan e”.

Xwenîşandanên mamostayan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê heyamek zêde ye ku bi rê ve diçin, rejîma Îranê tevî çaresernekirina pirsgirêkên wan, mamostayan banghêjî navendên ewlehî û îtila`atî dike û hejmarek ji wan binçav kirine û tevî azar û îşkence û bêrêziyê, li ser kar derxistine.