Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Federasyona Naveneteweyî ya Diyasporayê ya Kurdan derheq terorîzma Îranê de daxuyanyek belav kir

12:43 - 11 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Federasyona  Naveneteweyî  ya Diyasporaya Kurdên derve ragehand ku terorîzma Îranê ji bo cîhana medenî tahlukeyeke mezin e, û di daxuyaniyekê de ev êrîşa rejîma Spaha Pasdaran a terorîst şermezar kir.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Federasyona Navnetewî ya Diyasporaya Kurdan (FNDK) bombebarankirina barêgehên partiyên kurdan yên  li bajarê Koyê a li Herêma Kurdistana Başûr bi tundî şermezar dike, ku di nav wê yekê de, rêberên partiyên kurdan û kesên sivîl û zarok jî hebûne, û hatine kuştin.

Em vî kiryara hovîtiyê wekî terorîzma navnetewî dibînin, ku bo tirsandin û ji holê rakirina tevgera kurdî ya gelêrî-azadiyê ye li Kurdistana Rohilat (Îranê), û ev têkbirina hiqûqa navnetewî ye.

 Em herwiha lidarvekirina çalakvanên kurd li Îranê bi xurtî şermezar dikin.

Desthilata li Tehranê di van salên dawiyê de, bi sûçdarkirina bê bingeh, bi sedan welatparêzên kurd lidar vekirine, bi dehan kurd di hepsên Îranê de, li benda lidar vekirinê ne, û têne îşkence kirin, û desthilata Îranê qanûnên navnetewî yên derheq mafên mirovan de înkar dike, normên hûmanîzmê û merivatiyê piştguh dixe.

Bangewaziyên rêxistinên navnetewî derheq sekinandina darvekirinê de, bê guhdarî dimînin. Helwesta wî awayî ya Tehranê, ne tenê hemberî kurdan e, lê herwiha, bi bawerîya me, êrîşek e di hindava tevahiya cîhana medenî de.

Rêberên Îranê, ku daxwaza hikumkirinê ew har kirine, hewl didin tewahiya Rohilat  bikine bin kontrola xwe û bi wê yekê rewşê li tevahiya herêmê didine alozikirinê.

Siyaseta desthilata Îranê, herwiha di hêla atomîyê de jî, xetereke mezin e bona aştiyê û aramiyê li tevahiya cihanê de.

 Lewma jî em berê xwe didine endamên herdemî yên Şêvra Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî bona her îmkanan bi kar bîne, ji bo ku gema vê desthilata harbûyî zevt bike.

Em bi awayekî vekirî dibêjin, ku bi bombebarankirinan û darvekirinan ve hûnê nikarin pêşî li tevgera gelê kurd li Îranê û temamiya Rohilata Nêzîk bigirin, ku şerê bo bidestxistina mafên xwe dikin.

 Em piştgiriya xwe bo kurdên Îranê nîşan didin.

 Em sersaxiyê didine malbet û hezkiriyên şehîdên dema bombebarankirina li Koyê û kesên di zindanên Îranê de bidarvekirî.

 Em bangî temamîya gelê kurd dikin bibin yek.

Tenê yekîtî û hevgirtin dikare armanca gelê kurd pêk bîne.

 Ewê bibe derbeyeke xedar û bihêz li dijî dijminan, û wê bibe heykelekî baş bo welatparêzên şehîdketî.

 Federasyona Navnetewî ya Diyasporayê ya Kurdan