Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Feranse rejîma Sûriyê bi bikar anîna çeka kîmyayî sûçdar dike

21:06 - 3 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Dewleta Feranse bi awayekî fermî Beşar Esed bi bikar anîna çeka kîmyayî li dijî hevwelatiyên sivîl tawanbar dike.
Roja duşemî berwara 2’ê Îlona 2013’an, Feransê ragihand, hejmarek wêne û belge di destê me de heye ku diselmînîd ku Beşar Esed mifah li çeka kîmyayî wergirtiye û bûye sedema ewê ku hejmarekî berçav ji hevwelatiyên sivîl bibine qurbanî.
Biryare roja çarşemî 4’ê Îlona 2013’an, parlimana Feranse helwêsta welatê xwe hemberî çeka kîmyayî ya ku Beşar Esed bikar aniye eşkere bike.
Piştir jî “Can kirî” wezîrê derve yê Amrîkayî rejîma sûriyê bi sûça bikar anîna çeka kîmyayî mehkûm kiribû.
Her du welatê Îran û Rûsye heya niha zor bi tundî piştîwanî li Beşar Esed kirine.


Her di vê pêwendiyê de nûçegihaniya “Rotêrz” bilav kir, eger êrîş bikene ser Sûriyê ewa dawî bi pirsgirikên Rojhelata Navîn tê, çunku ew êrîşene dawî bi desttêwerdana rejîma Îslamiya Îranê li karubarê deverê de tîne.
Barak Obama serkomarê Amîrkayê li gel êrîş bo ser Sûriyê rizamendiya xwe derbiriye û biryara han bo kongirê rêkiriye.