Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê bo raya giştî rohnkirine belav kir

09:50 - 31 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Fermandariya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” bo raya giştî rohnkirinek belavkir.

Deqa vê rohnkirinê wiha ye: 

Rohnkirinek bo raya giştî

Ev heyameke ku hindek malper û rûpel li ser torên civakî, bas ji vê dikin ku, hêzên Kurdistana Rojhilat di deverên sînorî de, bi taybet li devera “Simêlanê” zirarê digehîne jîngehê.

Eva ku pêwendî bi me li PDKÎ û “Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê”  hebe, ev cure nûçeyane bê bingeh in, û  dûr ji pirensîpên rojnamevaniyê dizan in, û ji têgiheştin me û hest bi berpirsayetiyê li hemberî xelk û axa wan deverên  ku, hêzên pêşmergê me wir dimînin, bi şahidiya xelkê akincî yên van deveran û şahîdhalên deverê zêdetir ji her kes û aliyekî, parastina jîngeh û rêzgirtin ji van hevwelatiyan,  erk û wezîfeya serekî a xwe dizanin.

Her di vê pêwendiyê de jî, daxwaz dikin ji her rojnamevan û aliyek pêş ji belavkirina nûçeyên çewte yên bi vî rengî, bi awayekê hûr bi doreçûnê di vê derheqê de encam bidin, û zanyariyên rast û dirust  ji xwîner û bîseran rebigehînin .

 “Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê”

10`ê Rêbendana 1397`an

30`ê Kanûna Paşîn a 2019`an