Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê: çalakiya Hêza Pêşmerge di navxwe a welat de dijmin be`ecandiye

18:06 - 27 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Hêza Pêşmergê Kurdistanê derheq milîtarîzekirina Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve, û herwiha çalakiya pêşmerge di navxwe ya welat de daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê weha ye:

Pêdagiriya neteweya Kurd li ser daxwaziyên neteweyî û xebata bibawera ya pêşmergeyên PDKÎ di pêxema bidestxistina armacên neteweyî, bûye sedema vê ku Kurdistan ji aliyê rejîmê ve bi awayekî ecêb bihê milîtarîzekirin, û hêzeke zêde ya dijmin di Kurdistanê de bihê moldan, ku armanca sereke ya wê, fetisandiana dengê mafxwaziya xelkê Kurdistanê û nehêlana çalakiya pêşmergeyan bûye.

 Vejiyana xebata PDKÎ di çarçoveya Rasanê de bûye sedema têkçûna wê xewn û xeyala ku rejîmê bo welatê Îranê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî pîlan jê re darêtibû. Rasan û xebata nû ya PDKÎ û çalakiya berdewam ya pêşmerge di navxwe ya welat de dijmin be`ecandiye û perîşe kiriye.

Lewra rejîm wekî hertim dixwaze ku Kurdistanê zêdetir militarize bike, heya ku bikare pêşiya xebata çiya û bajar ya civatên xelkê kurdistanê û pêşmerge bigre.

Di doma milîtarîzekirina Kurdistanê de, rejîmê dest kiriye bi vakirina hinek binkeyên nû yên leşkerî di navxwe û bi taybetî li ser sînorên Başûr û rojhilata Kurdistanê, û bicihkirina çekên giran wekî tank, neferhilgir, top, katiyoşa, Mînî katyoşa û komeke çekên din.

Di van çend rojan de rejîm ji tirsa çalakiya pêşmergeyên hizbê, hêzeke zaf û alavên zêde ên leşkerî anîne ser sînor, û gundên Urmiye, Şino, Pîranşar, Merîwan, Seqiz, û Jawero û Serdeştê, ku herwekî ku di wêneyên jêr de xûya dike, bi gullreşandin û topbarankirinê, jiyan li xelkê xwedî zewî û zar û zozaniyan tal kirine.

PDKÎ

Fermandariya Hêza Pêşmergê kurdisatanê