Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê daxuyaniyek ji bo raya giştî belav kir

18:22 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê derbarê şehîdbûna hevalekî wefadar û pêşmergeyekî qehreman ê gel, daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî wiha ye:

Daxuyaniya Hêza Pêşmergê Kurdistanê

Di berdewamiya kar û çalakiyên Hêza Pêşmergê Kurdistanê de, hejmarek ji pêşmergeyên vêrek ên Kurdistanê, dema ku serdana malbatên şehîdan û endam û alîgirên PDKÎ dikirin, êvariya 21’ê Pûşperê rastî xefika sîxurên îtila`atî ên rejîmê hatin, û mixabin du pêşmergeyên xebatkar û emegnas bi navên kek “Şehab Heyderî” û kek “Hejar Rizayî” hatin şehîdkirin û tevlî karwanê şehîdên hizb û gel bûn.

Hevçeperê şehîd, Şehab Heyderî kurê Usman, roja 1’ê Xermanana 1351’an a Rojî li gundê “Serçinar” ê Mehabadê ji dayîk bû û heya qonaxa sêyem a navendî çû xwendingehê û piştre dev ji xwendinê berda.

Sala 1371’an a Rojî bi rêkxistina veşartî a PDKÎ re dikeve nava pêwendiyê. Roja 18’ê Xermananê a sala 1373’an diçe serbaziyê û piştî 21 mehan ji serbaziyê direve. Ji sala 1389’an a Rojî ve, weke endamê rêkxistina veşartî a PDKÎ ji bo karên rêkxistinî serdana PDKÎ dike.

Roja 30’ê Xezelwerê a sala 1395’an a Rojî eşkere dibe û ji Rojhilat derdikeve û tevlî refên PDKÎ dibe û dibe pêşmerge.

 Ji wê demê ve heya dema şehîdbûnê di kar û xebata xwe û bicîkirina erkên partiya xwe de berdewam bû, û her karek ji dest wî hatibû, encam dida.

 Mixabin roja 21’ê Pûşperê ji aliyê xayîn û xwefiroşên gel ve rastî êrîşê hat û tevlî karwanê şehîdên hizb û gel bû.

 Şehîd Hejar Rizayî xelkê gundê “Qela” ya Miyandoawê jî di malbateke Kurdperwer de ji dayîk bû. Malbata wan sê şehîd ji bo serbestiya Kurdistanê dane.

Şehîd Hejar weke endamekî çalak û biwec ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê xebata xwe berdewam dikir, û di erkê herî dawî ê rasipartî de bi şehîd Şehab Heyderî re tevlî karwanê nemirên hizb û gel bû.

Em ji aliyê rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê ve, sersaxiyê didin malbatên wan ên hêja û xelkê xebatkar ê Kurdistanê, û xwe şirîkê xema wan dizanin.

 Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê

3’ê Gelawêja 1397’an a Rojî