Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandariya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” ji bo raya giştî agehdariyek weşand

11:24 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Fermandariya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” ji bo raya giştî ya xelkê Kurdistanê haydariyek belav kir.

Deqa haydariyê wiha ye:

Haydariyek ji aliyê fermandariya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” ji bo xelkê Kurdistanê

 “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, xelkê gund û zozaniyên Kurdistanê haydar dike, ku rejîma dijî gelî ya Komara Îslamî bi navê Hêza Pêşmergê Kurdistanê ji xelkê daxwaza yarmetîkirinê dike.

Şeva Înê rêkevta 8`ê Pûşperê, 6 çekdarên nenaskirî ku xwe peçavtibûn di çiyayê “Miresenî” ya girdayê bajarê Şinoyê de, ji kesên ku di van çiyayan de pez xwedî dikin daxwaza yarmetiyê kirine.

 Em xelkê Kurdistanê haydar dikin ku, pêşmergê Kurdistanê bi serbilindî û bi eşkere diçine himbêza gel, û xwe ji xelkê Kurdistanê naveşêrin.

Eva  jî kiriyareke din ya qirêj ya caş û xwefiroşên ser bi Komara Îslamî ya Îranê ye, û bi tu awayî baweriyê bi wan nakin.

Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê