Fermandê berê yê Biryargeha “Xatem El-enbiya”, “Seîd Mihemed” gotinên Wezîrê Rê û Bajarsaziya Kabîneya Reîsî”, li derheq şiyana avakirina milyonek avahiyan red kir.
Roja Sêşemî 1ê Îlonê, fermandê berê yê Biryargeha “Xatem El-Enbiya” Seîd Mihemed”, li derheq îdiaya Wezîrê Rê û Bjarsaziyê, “Rostem Qasimî” gotiye: “Pêka amaran, eger qasa avakirina milyonek avahiyan li salê beranber bi 100 milyon metra 2 cî bihesibînin, bo avakirina wan hewcehî bi 500 hezar milyard Tumenî heye ku 5 beranberî bûdceya avedankirina Îranê ye.
Herwisa navbirî got: “Xistina pereyeke wiha zêde li bazarê dê enflasiyoneke bi sam li pey xwe bîne ku 30 heta %40 enflasyonê zêdetir bike, lê pereke wiha zêde her nîne û me hewcehî bi 5 milyon û 500 hezar avahiyan din heye ku bi salan e nehatine avakirin û nirxa avahiyan jî bi wê sedemê bilind bûye”.
“Rostem Qasimî” heftiyek berî niha îdia kiribû: “Şiyana endazyarî, teknîkî û kompaniyên avakirinê ku li milyonek avahiyan ava bike di Îranê de heye”.
Berpirsên rejîmê îtiraf kiribûn ku zêdetir ji 8 milyon û 500 hezar malbat li Îranê kirênişîn in.