Cihgirê Spaha Pasdaran a terortîst “Elî Fedevî”, gotiye ku “bi sedema vê ku Îran berê zêde li Amerîkayê nêzîk bibû, bûye sedema rewşa xiraba ya aboriya Îran û narehetbûna Xwedê mezin.”
Navbirî îdia dike ku “Amerîka û Îsraîl bilez ber bi lawazbûnê ve diçin û Îran jî, di cîhanê de bûye zilhêzê bê rikaber” û ev terorîste dibêje “bi balkêşandin li ser mijar û fermanên Quran û Xwedê, pirsgirêkên aboriyên me dê vêde herin.”
Axavtinên wî pasdarê terorîst di halekê de ye ku rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî”, li Newroza sala 1399`an îdia kiribû ku “hem dujminên Cinî û hem jî mirovî ên Îranê hene û ev li dijî Îranê hevkariya yekdu dikin.”
Sedema bilindbûna nirxa eflasiyon, betalî û rewşa xirab a aboriya Îranê, tev li stuyê berpirsê gendel û saziyên terorîstî yên rejîma Îranê ye ku ev rewşe bi ser xelkê de sepandine.
Pasdarê terortîst “Elî Fedevî”, curekê behsa Qurana pîroz û Xwediyê mezin dike ku bixwe sebebkarê kuştara hezaran zarokên bê gunel li Sûriye, Yemen, Felestîn û Lubnanê ne ku ev rewşa heyî ya di wan welatan de bi sedema hebûna girûpên terorîstî ên rejîmê ye.
Eva jî di halekê de ye ku xwedê Wezareta Kar a rejîma Îranê li Rezbera sala 1400`an a Rojî, dabû zanîn ku yek li ser sê ya heşîmeta Îranê di bin hêla hejariya tevaw de ye.