Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyê Hêza Întizamî yê parêzgeha Sineyê gef li yekeyên sendîka û dukandaran xwariye

11:29 - 8 Adar 2022

Fermandeyê Hêza Întiamî yê parêzgeha Sineyê “Elî Azadî” gef xwariye ku her yekeyek sinfî an dukandarek madên teqînê yên rêpênedayî bifroşin an belav bikin dê rastî cezayên dijwar bibin.

Di heyamê Newrozê de xelk bo pîrozkirina vê rêûresma netewiya Kurd, mifah ji alavên asayî yên cêjin û şayiyan werdigrin ku gelek ji wan alavan dengên zêde hene lê rejîma Îranê ku hewla kontrolkirina jiyana civakî û kesîn a xelkê dide, beşek zêde ji alavên wekî tereqe û eklîlan qedexe kiriye.

Wî berpirsê rejîmê îdia kiriye ku bo rêgirîkirin ji bûyerên nexweş û dabînkirina ewlehiya civakî, li dijî berhemanîn û belavkirina madeyên teqînê radiwestin û her kesek wan madeyan berhem bîne an belav bike dê rastî cezayek dijwar bibe.

Herwisa wê fermandeyê întizamî daye zanîn ku 10 hezar dane ji madên teqin ên neyasayî li yekeyên sinfî ên bajarê baneyê  û 16 hezar dane li bajarê Qurweyê zewt kirine.

Rejîma Îranê rêgirî li her şayiyek xelkê û birêveçûna rêûresmên netewî li Rojhilatê Kurdistanê dike û heta hewla ji rêderxistina rêûresma Newrozê li bajarê Sineyê jî dide.