Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Festîvala newrozê bi beşdariya gelê Kurd li Amrîkayê birêve çû

15:41 - 22 Adar 2014

Kurdistanmedia: Sêyemîn festîvala cejna newrozê li devera Vaşîgtonê bi pişikdariya netewên cûr ba cûr ên cîhanê hat lidarxistin.

Li gor raporta Kurdistanmedia: gelê Kurd di vê festîvalê de bi awayeke çeleng beşdarî kirin û bi hilkirina xêweta taybet bi Kurdistanê, karîn pitir bala temaşevanên wê festîvalê bo aliê xwe rakişîn in.

Ramanca serekî a pêkanîna festîvala newrozê nîşandana keltur û çanda gelan û nasandina wan bi xelkê cîhanê û bi xasmanî xelkê Amrîkayê bû û Kurdên 4 parê Kurdistanê bi razandina jûreke teybat bi Kurdistanê terafîktirîn cihê wê festîvalê dihat dîtin.

Di birga din de, girupa govena jinan û mêrên Kurd, pêşandana çend cire govend û dîlan di nav aporaya xelkê de, bala xelkên beşdar di vê festîvalê de bo aliyê xwe rakêşabûn.

Ewa du sale ku Kurd di vê festîvalê beşdarî dikin.