Katrîn Şikdem sîxura Mûsadê di nava deshilata herî serweye rejîma Îranê, aşkera kir ku belge û fîlmên peywendiya cinsiye wê û deshilatdarên herî pilebilinde rejîma Îranê niha li ber destê dezgeha zaniyariye Îsraîl “Mûsad”ê de hen.
Katrîn Şikdem girêdayî bi Mûsadê karîbû wekî Rojnamevanekî navnetewî xwe nêzîkî deshilatdarên pile bilinde rejîmê bike û wan bêxe nava tora xwe û fîlman ji peywendiya cinsiye xwe û berpirsên rejîmê bigre.
Katrînê ragihandiye ku wê kariye xwe bigehîne heta asta peyta rêberiye rejîmê jî.
Katrînê di gotûbêjekê de aşkera kir ku piraniya deshilatdarên serweye rejîmê ku min xwe jê nêzîk dikir û dêxiste tora xwe, Melayên deshilatdarin, çimku deshilata sereke di Îranê de di destê melayan de ye.
Ev sîxura Mûsadê dibêje jibilî belge û fîlmên peywendiya cinsî, min sedan belge û zaniyariyên ewlehî û siyasî ji wan dest xistine ku niha hemî ber destê Mûsadêne.
Ew dibêje bi hebûna wan belgan kanê niha pêde ezê bikarim wan deshilatdaran bêxme xizmeta Îsraîl û Mûsadê.
Ev tenê amaje bi mînakekê dike û dibêje: Min yêk ji endamên meclisê ku axund bû jî, xistibû dafikê û heçî biryar û basên nihêniye civînên meclisê hebana, dest bi cî bo min bas dikir, îca ew mela niha ma dikare ji qise û gotina min derkeve?
Katrîn Şikdemê kariye hinde xwe ji deshilatdarên pile yêke rejîmê nêzîk bike û geheşte astekê ku wekî sitûn nivîsa wêbsayta Xamineyî kar kir û karîbû xwe bigehîne nava piraniya organên herî serweye Sipaha Pastaran jî.