Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîma Kurdî ya “Apê Îrbom” li Almanê hat xelat kirin

21:25 - 7 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Fîlma kurdî ya “Apê Îrbom” derbasî pêşberga xelata mezin a festîvala sînema li bajarê Munîcha Almaniya dibe.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, fîlma derhênerê kurd “Mano Xelîl” bi navê “Apê Îrbom” bi elmanî “Der Imker”, derbasî pêşberga xelata mezin a festîvala sînema li bajarê Munîcha Almaniya dibe. Di vê pêşberkê de 10 fîlm ji bo xelata mezin hatine hilbijartin. Festîval di rojên 8 û15\'ê Gulan a 2013\'an de bilav dibe.

Fîlm çîroka mirovekî Kurde, “Ibrahîm Gezer“ (Apê Îrbom), ku bi esle xwe ji Elbistanê ye. Apê Îrbom, heta salê 90\'ê yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdîstanê bu, lê mixabin, ji ber zulm û zordariya rejîma Tirk her tiştê wî winda bu. Mala wî xirakirin, mêşên wî kuştin û eu neçar ma bereve û weke penaber were Swîsê. Her ku Apê Îrbom gelek kul, derd û rojên tarî derbas kirine lê însaniya xwe û kêfa xwe ji xwezayê û ji Însan re winda nake. Li Swîsê dîsa dibe xwedî mêş û çiyayên Alpê jê re dibin weke çiyayên Kurdistanê.

Fîlm bi zimanê Kurdî û elmanî hatiye kişandin. Dema film 107 xulekin.
Film produksîonek navnetewî ye, ji aliye televizîona Elman-Fransa ARTE û televizîona Swîsêve hatiye fînansekirin.
Film di destpêka vê salê de li festîvala filmên Swîsê a netewî laiyqî xelata yekemîn hatibu dîtin.