Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firotina alavên sîxurî beşek ji girêbesta 25 saleya di navbera Îran û Çînê de ye

18:26 - 8 Hezîran 2022

Malpera “Washington Free Beacon” belav kiriye: “Çîn dixwaze li çarçêveya girêbesta 400 milyard Dolarî ya 25 sale ya di navbera Îran û Çînê de alavên pêşketî yên sîxuriyê bi rejîma Îranê re bide ku ji bo serkutkirina zêdetir a neraziyan û dijberên rejîmê têne bikaranîn.

Ew mijare di halekê de ji aliyê rejîma Îranê ve girîngê pê tê dan ku hevdem digel xwenîşandanên narizayetiyên seranserî li Îranê ye ku li ser desthilata axudên rejîma Îranê bûne gef.

Herwisa wê malpera Amerîkayê belav kiriye: “Hewlên Komara Îslamî ya Îranê bo serkutkirina nerizayetiyan wekî bikaraîna gaza bîber, tundûtijî û bêrîzîkirin rastî şikestê hatine û rejîma Îranê bo bihêzkirina beşên xwe yên ewlehî ku polîsên veşartî û hêzên Spaha Pasdaran li xwe digre, li bazara alavên çavedêriya Çînê de sermayeguzariyê dike.

Pêka raporên ragihandinên navxweyî yên girêdayî rejîma Îranê, berpirsên rejîma Îran û Çînê di heftiya derbasbûyî de pêwendiyên xwe li derheq bihêzkirina beşa ewlehî û hevkariya polîsî, bi fermî belav kirine.