
Dema şanoya hilbijartina bi nav nûnerên meclisa rejîma Îranê kêm maye, berpirsên rejîmê jî wekî hertimî firt û fêlên xwe dest pêdikin û axavtinên xwe yên vala dikin û xwe reben û bê sûç nîşan didin.
Şanoya hilbijartin a bi nav nûnerên rejîmê di meclisê de, ji aliyê piraniya Partiyên Opozisiyon yên dijberê rejîmê ve hatiye baykotkirin.
Di vê derheqê de rêberê rejîmê Elî Xamineyî, ku hertimî di demên wiha de amade dibe û xwe reben nîşan dide, vê care jî bi fêleke din dixwaze xelkê bîne ser sindoqên dengdanê û daye zanîn: “Mimkîne kêfa ve ji min neyê, lê hekî hûn hej Îranê dikin, dibe hûn bêne ser sindoqên dengdanê”.
Rêberê fêlbaz ê rejîmê Alî Xamineyî, di 19`ê Befranbara sala 1394`an de jî, di devedeva hilbijartina nûnerên meclisê her bi wî awayî xwe reben nîşan dabû û gotibû: “Heta ew kesên ku kêfa wan ji nizamê nayê, bo parastina welat û bo rûmeta welat werin di hilbijartinlê de beşdar bin, belkî kesek min qebûl nebe lê ne mişkil e”.
Navbirî bi awayekî lez ew axaftinên xwe guherîn bi ser de anî û di axavtinê xwe yên 30`ê Befranbara sala 1394`an de, bi îşarekirin bi axaftinên xwe yên berê ku gotibû: “Heta ew kesên ku kêfa wan ji nizamê nayê, dîsan jî di hilbijartina meclîsê de beşdar bin”, û ev axaftinê xwe bi awayekî micid berevajî kir û gotibû: “ew axaftinin min bi wateya vê yekê nîne ku kesek kêfa vî ji nizamê neyê bişînine meclisê”.
Bi wî awayî rêber û berpirsên rejîmê di du rolan de rûyên xwe nîşanê xelkê didin, yekem, hekî kesek bê ser şeqaman û nerizayetiyên xwe li rewşa heyî nîşan bide, bi awayekî tûn reftrarê digel dikin û heta jî dikujin, ye duyem jî, hekî bizanin kela wan ya dîktatoriyê rastî metirsiyê hatiye, rûyên xwe yên fêlbaz û direwîn nîşanê xelkê didin û bi zûtirîn dem rêberên xwe yê fêlbaz tînine ser xet.