Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firutina petrola Îranê bi welatên Asyayî li seda 16 kêm kiriye

20:19 - 30 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Di 8 heyvên yekema sala 2013’an de, rêjeya rêkirina petrola xava Îranê bo welatên Japon, Çîn, Hind û Kureya Başûr, li seda 16 kêm kiriye.


Nûçegihaniya Royîtirz roja Duşemî 30’ê Îlona 2013’an, pişt girtin bi rapora Gumirkan û kompanyayên Paporiwanî bilavkir, çar kiryarê serekî a Asyayî ya petrola xava Îranê li Hezîrana 2013’an heya, mehek berî niha bi giştî 927 hezar û 820 bermîl (Buşke)ên petrol li Îranê ve hewirde kirine ku berawird li gel 8 mehên yekema sala 2012’an de li seda 16 kêm kiriye.
Bi yekemîn pêwendiya telefûniya her du serkomarê rejîma Îranê û Amrîka piştî 34 salan, abûrîzanan egera evê didin ku rêjeya ambargoyan bi giştî û dorpêçn petrolê li ser Îranê kêm bikin, lê asewara xirapa wan ambargoyane heya demekî dûr û dirêj dimîne.