Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fitneçî nahêlin xelkê du gundên devera Mirgewer li bajarê Urmiyê bi hev re aştiyane bijîn

13:36 - 23 Nîsan 2022

Kesên fitneçî û girêdayî rejîmê, pirsgirêka di navbera xelkê gundên “Qayir û Girdwan” ên ser bi devera “Mirgewer” a girêdayî bajarê Urmiyê de mezintir dikin.

Çendîn sal e ku pirsgirêka çêrîngeh li navbera du gundên hevkevşen ên “Qayir û Girdwan”ê heye, lê her salê bi awayê sazan ew pirsgirêk dihate çaresrkirin; Lê kesên fitneçî ku beşek ji wan kesên girêdayî rejîmê ne, fitne afirandine û dijayati di navbvera xelkê wan du gundan de zêdetir kirine û nahêlên xelkê wan du gundan bi hev re sazanê bikin.

Hewce ye ku xelkê wan du gundan bi berçavgitina yekîtî û bi hev re jiyanê pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin û derfetê bi kesên fitneçî û girêdayî rejîmê re nedin ku wê pirsgirêkê aloztir bikin û wê pirsgirêkê bo armancên xwe yên gemar bikar bînin.

Rejîma Îranê her tim di hewlê de ye ku ji dijayetî û aloziyên di navbera xelkê de bo cîbicîkirina pîlanên xwe bikar bîne û hewce ye ku xelk vê derfetê bi rejîma Îranê re nede.