Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gandî çeka tundûtîjiyê weke alava destê reşbînan dibîne

14:52 - 13 Çirriya pêşîn 2013

Adil Moradî

Bi hênceta “Roja cîhanî ya xebat bi dijî tundûtîjiyê”
Roja 2’ê Çiriya Pêşîn roja jidayîkbûna Gandî û herweha roja cîhanî ya xebat bi dijî tundûtîjiyê ye, rojek ku ji aliyê rêkxirawa NY ve, bo rêzgirtina ji Mahatma Gandî, afirînerê mêtoda “ xebat ji rêya xwe parastin ji bikaranîna tundûtîjiyê û rêberiya tevgera dijî tundûtîjiyê di sedsala derbazbûyî de, bi heq weke roja cîhanî a dijî tundûtîjiyê hate navdêr kirin.

Pêşniyara roja cîhanî ya xebat bi dijî tundûtîjiyê ji aliyê dewleta Hindê ve hat kirin û 192 welatên cîhanê ên endam di rêkxirawa NY, ev pêşniyar pejirandin. Civata Giştî a NY li sala 2007’an, di daxuyaniyekê de ragehand ku, NY daxwazê dike ku hemû netewe vê rojê bikin cejn.
Bona rêzgirtin ji çanda aştî, bihevre sazan û xwe parastin ji tundûtîjiyê li gorî biryarnameya NY ku di heman salê de hat pejirandin, vê rojê bikin derfetek bona belavkirina peyama xebata bi dijî tundûtîjiyê ji rêya perwerde û birine ser a zaniyariyên giştî. Biryarnameya han pêdagiriyê li ser bingeha xweparastin ji tundûtîjiyê û hewildan bona garantiya çanda aştî û bi hevre jiyanê dike, û herweha navdêrkirina vê rojê dikare peyama xweparastin ji tundûtîjiyan ya Mahatma Gandî, zêdetir bigijîne derdora xwe, û netewe û dewletan bona gihîştina bi demekê ku, xweparastin ji tundûtîjiyê li her derekê hakim be, han bide.

Mahatma Gandî rêberê berxwedana xelkê Hindê li dijî deshilat û îsti’mara Berîtaniyayê, pêşrewê mekteba siyasî û hizriya berxwedan li hemberî deshilat û dîktatoriyê û , mifahwergirtin ji hêza xelkî û bi tewahî retkirina tundûtîjî û şer di nîviya despêkî ya sedsala bîstem de bû. Mektebek ku ne tenê di welatê Hindê de, belkî li seranserê cîhanê belav bû û rê xweşkerê gellek bizavên çandî, civakî û siyasî bona bidestveanîna mafê hemwelatîbûnê bû.
Bi hizra Gandî peywendiya felsefî ya di navbera “xwe parastin ji tundûtîjiyê” û “hêza rastîn”, peywendiyeke germ e û ji hev naveqetin. Bi vê wateyê ku xwe parastin ji tundûtîjiyê, rêyek bona gehîştin bi rastiyan e.

Gandî li ser vê baweriyê bû ku bona jinavbirina xirabiyan nabe xwe bi çeka xirabî û reşbîniyê pirçek bikî, belkî bona teslîmkirina dêvên nehezî û xirabiyê di hember mirovan de, dibe mirov bi însaniyetê xwe teyar bike. Berevajî vê yekê, serkevtin her çiqas mezin bin, xwedî girîngî nabin. Her bi vê sebebê ye ku Gandî çeka tundûtîjiyê wek alava destê xirab û reşbînan dibîne.

Di serdemê me de wateya şaristaniyetê, tenê pêdagirî li ser berevpêşçûna madî û teknolojî a civakê nine, belkê pîvanê sereke ya bi şaristaniyet bûna her civakekê, qasê nizimbûna tundûtîjiyên take kesî û giştî di nava civakê de ye.
Herweha dibe li pênaseya nû a medeniyet û şaristaniyetê de, pîvanên weke kêmbûna qasa hêza di navbera xelk û deshilatdaran, azadiya bîrûra derbirînê û peywendiyên demokratîk û wekhev di jiyana rojane a xelkê de û, herweha peywendiyên mirovî ên di navbera dayîk û bav û zarokan di malbatê de, cihê girîngiyê bin.
Bi vî awayî rêya nehêlan û jinavbirina ferhenga berbilav a tundûtîjiyê, bingehînkirina çandekê ye li ser esasa rêzgirtina ji mafê mirov ku ji rêya perwerdeya berdewam a texên curbicur ên civakê ve ser digre. Eşkere ye ku di qonaxa piraktîk de bona rêgirî ji xwe parastin ji tundûtîjiyê di peywendiyên taybetî û civakî de, tenê bo gotin û gotarên rêberên karîzmatîk cîbicî nabe, belkî bi armanc gihîştina vê rêyê û bingehînkirina buhayên xwe parastin ji tundûtîjiyê, pêdivî bi berevpêşçûna edaleta civakî, zaniyariyên giştî û binyatnana demokrasî û nawendên demokratîk di civakê de ye.
Digel berevpêşçûna perwerde, geşepêdana çanda mafê mirov û zêdebûna çalakiyên medyayên giştî, wateya xwe parastin ji tundûtîjiyê di jiyana me ya îro de berfirehtir bûye, û tewahiya aliyên jiyanê xistiye bin bandora xwe.

Niha em şahid in ku tevgerên biçûk û mezin di seranserê cîhanê de, bona berevanî ji mafên jinan û zarokan, berevanî ji mafên kêmaniyên netewî, olî ...hwd, li ser bingeha berberekanî tevî ferq û cudahî û her cure tundûtîjiyekê ketine rê. Tevgerên han tundûtîjiyên fermî û berdewam pirotesto dikin, lewra dijî tewahiya wan peywendiyan derdikevin ku li ser bingeha tundûtîjiyên fîzîkî û derûnî bin. Lewra bikaranîna tundûtîjiyan weke rêçare di tewahiya aliyên jiyanê de, dibin cihê pirsyarê û, êdî kes nikare bêje ku mirov bona berdewambûna xwe, rewayiyê bide bikaranîna tundûtîjiyan.
Îro bîrewerî û têza Gandî, carek din bi tewhiya aliyên xwe ve, di bîr û hizra tewahiya neteweyên cîhanê bi taybet netewên bêbeş û zulmlêkirî de, hertim wê zindî dimîne, û çirayê rêya rêvîngên riya azadî û demokrasiyê ye.