Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gaza Kulor zêdetir ji 70 kedkarên Petrokîmî Karûnê tûşî jehrîbûnê kir

12:22 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2020

Berbûna gaza Kulor di Petrokîmiya Karûnê a di parêzgeha Xuzistanê de bû sedema nexweşketina zêdetir ji 70 kedkran.

Roja Şemî, 4ê Tîmehê, di Kompaniya “Petrokîmî ya Karûn”ê de, zêdetir ji 70 kedkarên wê kompaniyê bi sedema belavbûna gaza Kulor nexweş ketine ku, bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya pîşeyî ya Petrokîmiya Mahşehrê hatine veguhastin û heya niha jî hindek ji wan kedkaran di bin tedawiya pizîşkî de.

Berpirsê giştî yê Kompaniya Petrokîmiya Karûn, “Elîriza Sidîqîzade” bas kiriye ku, hegera berbûn û derketina gaza Kulor hêj nerohn e û hindek ji pêketiyên gaza Kulor di bin çareseriya pizîşkî de ne.

Gaza Kulor ku yek ji jehrên herî dijwar yên kîmiyayî ye ku dema hilmijîna wê gazê, gefeke micid li ser tenduristiya mirovan diafirîne.

Berpirsên rejîma Îranê bê berçavgirtina tenduristiya kedkaran wan rastî pirsgirêkên micid tînin.

Ew kompaniya ku li sala 1381 a Rojî de hatiye avakirinê yek ji kompaniyên herî mezin a pîşeya petrokîmiya Îranê ye.