Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gelaleya nû li Meclisa Îranê li ser qedexebûna hatina nûçegihanên Amerîkayî û Engilîsî bo Îranê hatiye pêşniyarkirin

12:08 - 27 Nîsan 2021

Li gelaleyeke nû de ku di meclisa rejîma Îranê de hatiye pêşniyarkirin, basa qedexebûna hatina nûçegihanên Amerîkayî û Engilîsî bo Îranê û herwisa qedexebûn a belavbûna nûçeyên Amerîkayî û Engilîsî li ragihandinên navxuyî de kiriye.

Di wê gelaleyê de ku li roja Yekşemî 29ê Xakelêwê ji aliyê  Endamê Serokatiya Hêza Dad yê rejîma Îranê,“Nasir Mûsewî Larganî” ve hatiye pêşniyarkirin û 41 binav nûnerên meclisê jî ew gelale waju kirine.

Li wê gelaleyê de hatiye ku Amerîka û Engilîs li dijî Îranê ne û herwisa piştîwanê dorpêçên Îranê ne lêwma, em hatina wan nûçegihanan bo hundirê Îranê û belav kirina nûçeyên wan di ragihandinên navxuyî de qedexe dikin.

Pêka wê gelaleyê, her ragihandineke navxuyî nûçeyên wan belav bike, bi 5 heta 10 sala girtîgehê dê bê cezadan.

Hatiye baskirin ku ew qedexe kirin bi sedema nêzîk bûna dema bi nav hilbijartinên rejîma Îranê ye, heta ku bikarin pêşî ji belav bûna nûçeyên rast bigirin û bikarin li ser kar û kiriyarên xwe serpûşan danên.